NûçeRojhilatanavinSûriye

Lavrov: Şerê li Sûrîyê hema bêje bi dawî bûye

Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyê radgehîne, şerê li Sûriyê hema bêje bidawî bûye.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê Sêrgî Lavrov di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Tirud ya Rûsî de ragehand, şer li Sûriyê bidawî hatîye û êdî jiyan li wî welatî asayî dibe, tenê li çend navçeyan alozî mane ku ne di bin kontirola hikûmeta Sûriyê da ne û rojhilata Feratê û Îdlib wek nimûne anîn.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê herwiha ragehand ku niha dayîna alîkarêyên mirovî û pêşxistina pirosêsa siyasî jibo çarekirina kirîza Sûriyê û peydakirina aramîyeke demdrêj bên dabînkirin û şopandin.

Lavrov derbarê Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûrîyê de jî got: Em ser vê bawerê ne ku pêkanîna û destbikarbûna wê komîteyê pêngaveke girîng di pêşdebirina rêçareya sîyasî û cihanîna wê ji hêla sûrîyan xwe bi alîkarîya NY e.

Ligorî gotina Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê pêkanîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê alîkarîyê dide ku  dewleta Sûrîyê û neyarên wê jibo cara yekem bi awayekî rasterast derbarê pêşeroja wî welatî de gotûbêjê bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê herwiha pêgirî ser vejîyandina serwerî û serdestîya dewleta Bişar Esed li hemî axa Sûrîyê kir.

Başa dön tuşu