ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Gelê Îranê dê teslîmî zext û zora ji derve nebe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê,Rûhanî di nava koma îraniyên rûniştiyê Swîsrayê, bal kişand ser vê yekê ku gelê Îranê tu carî dê teslîmî zext û zora biyaniyan nebe û îraniyên rûniştiyê dervey welêt weke balyozên gel da zanîn û ji wan xwest ku bona hilêxistina rasitiyan û xebitandina sermayê, alîkariya îraniyên nava welêt bikin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Hesen Rûahnî ku ji bo hevdîtin û gotûbêja bi berpirsên Swîsrayê re sefera Bêrnê kiriye, şeva buhurî li hevdîtina kome ji îraniyên rûniştiyê Swîsê, xebatên  bi nirx ên îraniyên dervey welêt sedema  şanaziyê  da zanîn û diyar ir: Erka me gişkan, hewlana  ji bo geşatî û tenahiya zêdetir  a gel e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku  jiyana aborî û menewî ya me maye ser pêşketin û serblindiya  Îranê û got: Hewldana dewletê, cihhatina  armancên neteweyî bi yekitî û hevrêtiya hemî gel e.

Rûhanî bal kişand ser vê yekê ku  mentiqa gelê Îranê li muzakira tev hêz xurtên cîhanê hatiye selmandin û diyar kir: Li encama cihanîna  hevhatina  rêketina navokî, hevkarî û danûstandinên  aborî û zanistî yên Îranê bi cîhanê re geş û berfireh bûn û bi milyardan dular xebitandina  sermayê li pişkên  curbicur  bi taybet ji aliyê îraniyên  rûniştiyê derve cih hat.

Serokê Komara Îsalmî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku rêketina navokî li gorî berjewendiyên  Îran û cîhanê hat îmzekirin û got: Mentiqa Îranê neguheriye lê aliyekê bê mentiq ji rêketina navokî derketiye ku armanca wê zext û zora ser gelê Îranê ye.

Rûhanî her wiha got: Armanca Emerîkayê ji boykotê, zexta ser  jiyana gelê Îranê ye,  lê ev welata îdia dike ku dixweze zext û zorê bîne ser dewleta Îranê li halekê ku  girtina pêşiya  derkirrînên  pêdivî yên mîna derman û hewldana  ji bo girtina pêşiya  derfirotina  nifta Îranê, tê wateya  zext û zora zêdetir ser gelê Îranê ye.

Serokê Komara Îsalmî ya Îranê bal kişand ser destkewtên  pênc salan berî niha  li warê berhemanîna  benzîn û gaz û gazîolîê, berfirehkirina  û baştirkirina  xzimetên tndrusiyê û dermanî bo gel, geştyarî, tranzît, înternet  û diyar kir: Zext û zora ser peywendiyên  bankî û sîgorte û derfirotina  nifta Îarnê, yanê zexta se dewam û geşatiya  van serketinan û zext û komploya  ku îro hatiye  dîzaynkirin, zext û komploya li dijî geşatî û tenahiya  gelê Îranê ye.

Hesen Rûhanî, serokê Komara Îsalmî ya Îranê bi taximeke  pilebilind a siyasî û aborî û ser deweta fermî ya  serokkomarê Swîsrayê berêvara  duşemiyê derbasî nava  vî welatî bû. Serokê Komara Îsalmî ya Îranê piştî Swîsrayê ji bo şêwirîna tev berpirsên  Otrîşê dê derbasî Viyenê bibe.

Başa dön tuşu