NûçeRojhilatanavinSûriye

Lavrov: Welatên rojavayî dîsan bê belge êrişî Sûrîyê kirin

Wezîrê karên derve yê Ûrsêtê tevî şermezarkirina êrişa mûşekî ya Amerîka, Ingilîs û Fransayê ser Sûrîyê got: Welatên rojavayî dîsan bê belge û tenê li gorî nûçesazîya mêdyayan êrişî Sûrîyê kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Sêrgêyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsîyê li civîna duh êvarê ya Konseya Sîyaseta Derve û Berevanîyê ya vî welatî got: Mixabin welatên rojavayî lêzanînên mêdya û şebekeyên civakî ji bo rewanîşandayîna êrişên xwe bi kar anîn.

Wî herwiha got: Welatên rojavayî karê ku di 4`ê Nîsana 2017`ê li Xan Şêyxûna Idlibê kirin û gotin ku êrişa kîmyewî pêk hatîye, îro li Dûmaya Xûteya Rojhilata Şamê kirin û bi vê hecetê êrişî Sûrîyê kirin.

Wezîrê karên derve yê Rûsîyê bal kişand ser idiaya Êmanoêl Mekron serokomarê Fransayê têkildarî hebûna belgeyên bêveger li bara vîya ku artêşa Sûrîyê li Dûmayê çekên kîmyewî bi kar anîne û got: Vladmîr Pûtîn 2 rojan berî niha ji Mekron xwest ku belgeyên xwe raber bike lê wî got ku belge nihênî ne û ew raber nekirin.

Lavrov li dawîyê pêgirî kir ku Ûrsêt ji wan yekem welatan e ku xwazyarê rawestandina bikaranîna çekên kîmyewî û şermezarkirina wê ye.

Başa dön tuşu