NûçeCîhanEwropa

Lavrov: Welatên rojavayî nekarîn me li UNESCOyê bixin rewşa tenêmayînê

Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyê pêgirî kir ku hewla welatên rojavayî ji bo îzolekirina Rûsiyê li UNESCOyê tûşî işkestê bûye.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyê, Sêrgêyî Lavrov ragihand ku Moskow wek bersiva himberî kiryarên welatên rojavayî, piştgirîyê dide yekitîyê li UNESCOyê.

Vî rayedarê ûris herwiha got: Pirranîya welatên endamê UNESCOyê tevî lîstika welatên rojavayî ya dijî Rûsiyê nebûn û sîyasetên bi vî rengî di pilleya yekê da û zêdetir ji her alîyekî derbe li UNESCOyê bixwe û armanc û dozên wê xistine.

Lavrov herwiha got: Derenglidarxistina civîna 45an a Ljineya Mîrasa Cîhanî û paşdaxistina wê bo sala bê berovajî helwesta welatên di halê pêşketinê da û berovajî berjewendîyên wan e. Lê Rûsiyê hewil daye ku karê xwe bi awayekî profesiyonall di çaçrova UNESCOyê da bidomîne.

Welatên rojavayî ji destpêka şerê li Ukraynê va, ser navê piştgirîya ji Kîyêvê, dijayetîya himberî Rûsiyê ji wan sepandina boykotan ser vî welatî da bi rê xistine.

Başa dön tuşu