CîhanNûçeRojhilatanavin

Lehî û erdheja Kolombiyayê bû sedema mirina 370 kes an

Lehî û erdheja li Kolombiyayê pêkhat bîlançoyeke giran li dû xwe hêla û  li gorî daxuyaniya Serokê Dewleta Kolombiyayê ji 31ê Adarê ve di encama lehiya ku li welat pêk hat de 370 kesî jiyana xwe ji dest da.

Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji 31ê Adarê ve di lehiya ku li welat pêk hat de 370 kesî jiyana xwe ji dest da.

Juan Manuel Santos li bajarê Caliyê piştî civîna Komîteya Rîsk a Neteweyî ku li seranserê welat lehî pêk hat de daxuyaniyeke çapemenî li dar xist. Santos di axaftina xwe de got: “Di lehî û erdheja ku li welat pêk hat de heta niha 370 kesî jiyana xwe ji dest da.

Santos di berdewamiya axaftina xwe de got: “Li seranserê welat li 192 navçe û bajaran lehî, erdhej û bûyerên lezgîn çêbûn, di van bûyeran de bi temamî 370 kesî jiyana xwe ji dest da û hê jî 76 kes windayî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu