CîhanIraqNûçeRojhilatanavin

Hadî Amêrî: Eskerên emerîkî bila terka axa Iraqê bidin

Fermandê pilebilind ê hêzên Heşda Şebî yên Iraqê raghand: Piştî paqijkirina navçên dagirbûyî ji lepên koma terorîstî ya DAIŞ`ê, eskerên emerîkî divê terka axa Iraqê bidin.

 Hadî Amêrî, fermandê pilebilind ê yekînên  Heşda Şebî û sekreterê giştî yê Rêxistina Bedra Iraqê roja  sêşemiyê  li hevpeyvîna  bi kanala  Press TVyê re got: Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê dê ji parlemana vî welatî bixwezin ku qanûnekê bipejirîne ku li gor wê Emerîka hemî hêzên xwe ji Iraqê derxîne.

El-Amêrî destnîşan kir: Niha ku terorîstên DAIŞê penagehên xwe yên sereke li Iraqê ji dest dane, hêzên gelnî heta  rê nedine  eskerekî emerîkî jî ku li Iraqê bimîne.

Nêzîkî 8 hezar û 400 hêzên emerîkî li navçeyên  bakur û rojava Iraqê bi cih bûne.

Sekreterê giştî yê Rêxistina Bedrê ya Iraqê her ji Emerîka, Ewrûpa û hemî welatên erebî û saziyên navneteweyî xwest ku bila nehêlin terorîst derbasî nava axa Iraq û Sûriyê bibin.

Amêrî her wiha diyar kir: Kerkûk yek ji navçên herî ewleh ê Iraqê ye û piraniya malbatên  kurd  ku ji vî bajarî derketibûn niha vegeryane cihê jiyana xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu