Lêpirsîn di Serokê Dewleta Arjantînê Mauricio Macri de vedibe ji ber tê tawanbarkirin ku bi awayekî ji derveyî isûlê rota ji şirketa rêyên hewayî ya kolombî Aviancayê dabîn kiriye.
Dozger Jorge Di Lelloyî ji dadgehê destûr xwest ku lêpirsînê bide destpêkirin û diyar kir ku lêpirsîn dê ji bo tawanên bikaranîna karbidestiyê bi awayekî xerab û gendeliyê di serokê Macri, bavê wî Franco Macri û alîkarê wî Fernando De Andreis de vebe.
Parlementerên dijberiyê jî daxwaz kir ku lêpirsîn vêbe bê çawa bavê Macriyî şirketa xwe ya jetan Macairê firotiye Aviancayê.
Marci derbarê tawanbarkirinan de ti daxuyanî neda lê Marcos Pena eşkere kir ku ti dubendiya berjewndiyan di kirara firotinê de tine ne.
Serok dewletê yê berê Macriyî, Cristina Fernández de Kirchner jî Berfanbara borî bi gendeliya 15 milyar dolarî û şûştina pereyên reş hatibû tawanbarkirin û wek tawanbar hatibû dîtin jî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)