FilistînNûçeRojhilatanavin

Leşkerê rejîmê siyonîst 10 filistînî girtin

Çekdarên siyonîst bi êrîşa li ser Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê, 10 filistînî girtin û veguhestine cihekî nediyar.

Li gorî rapora ajansa filistînî ya nûçeyan a Meayê, Çekdarên Rêjîma Siyonîst berbanga Yekşemiyê tevî girtina filistîniyan kiryarên ewlehiyê ji wan danîna rawestgehên lêîgerînê û kamerayan her wiha lêgerîna bedenî li navçeyên cûrbicûr ên Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê zêde kirine.

Li gorî rapora Navenda Lêkolîna Dîlên Filistînî di sala bihurî da anku sala 2018an 5 hezar û 700 filistînî ji wan 980 zarok û 175 jin bi mehneyên cûrbicûr hatine girtin.

Başa dön tuşu