AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Îran û Ewropa li ser berfirekirina hevkariyên navokî li hev kirin

Îran û Ewropayê şeva çûyî li dawiya semînara du rojî ya hevkariyên navokî yên navneteweyî li Belcîkayê bi weşandina daxuyaniyekê li ser berdewamkirin û berfirekirina hevkariyên navokî li çarçova Peymana Navokî li hev kirin.

Li gor nûçeya IRNA, li daxuyaniya hanê hatiye bibîrxistin: Ev Semînara Platformek e ji bo şopandina gotûbêj û muzakireyên pêk hatî yên du semînarên berê yên wek gotûbêjên rayedarên derecebilind ser şêwaza pêşvebirina hevkariyên bi aştî yên navokî, ku beşa pêwîst a cihanîna bi serkevtin a Peymana Navokî tê hesabê.

Li vê daxuyaniyê herwiha hevkariyên pêk hatî navbera Îran û Yekitiya Ewropayê ser enerjiya navokî ya bi aştî hatine bi bîrxistin û li ser birêxistina konferans û gotûbêjên bilind navbera du aliyan ser diyarkirina siyasetên pêwîst ji bo hevkariyên navokî bi taybet ji bo birojkirina Reaktora Navokî ya Erakê û ji nû ve palankarîkirina teşkîlatên navokî ya Fordûyê hatiye pêgîrîkirin.

Li gor daxuyaniya hanê herwiha Îran û Ewropayê razîbûna xwe derheq hevkariyên navokî navbera du aliyan razîbûna xwe diyar kirin  û her du aliyan li hev kirin ku bila semînara din li sala 2019 li Îranê were lidarxistin.

Semînara sêyem a hevkariyên Îran û YE ser navê Deskevt û Çavrêkiriyên du alî rojên duşem û sêşemê li Brukselê li dar ket.

Başa dön tuşu