IraqNûçeRojhilatanavin
Leşkerên Iraqê belgeyên bazirganiya DAIŞê ya petrolê bi dest xistin
Leşkerên artêşa Iraqê di operasyona rizgarkirina Mûsilê de belgeyên parkirina berhemên petrola ku hatiye dizîn bi dest xistin.
Li gor belgeyan serê terorîstekî DAIŞê di navbera 20 û 75 lîtran de benzîn tê parkirin û milîtanên DAIŞê wê petrolê jî difiroşin niştecihên bajêr.
Niştecihekî Mûsilê eşkere kir ku petrol ji bajaroka Kayarayê yan jî ji bajarê Reqqa yê Sûriyê tê dizîn. Niştecihê Mûsilê da zanîn ku artêşa Iraqê meha Tebaxê DAIŞ ji Kayarayê qewirandiye, lewma jî hemû berhemên petrolê yên têne firotin ji petrola Sûriyê hatine hilberandin.
Heman çavkaniyê diyar kir, kalîteya berhemên ku difiroşin gelekî kêm e û bermîla petrolê jî bi 600 dolaran e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)