FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Leşkerên Rêjîma Sîyonîst keçika 12 salî ya filistînî şehîd kirin

Meşa Mafê Vegerê di înîya 54`an de ser navê “em bi hev re jibo sekinîna himberî asayîkirina peywendîyan“ hat lidarxistinê û di encama êrişa leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser pişkdarên wê de filistînîyek şehîd û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ragihand ku di encama êrişa leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser pişkdarên meşa Mafê Vegerê li rojhilata Cibalîyayê de Meysere Mûsa keçika panzdesalî ya filistînî şehîd bûn.

Ligorî ragihandina Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê, heta nika bi dehan filistînî ji wan çend nûçegîhan û hêzên hawargiheştinê birîndar bûne.

Endamê Pillebilind ê HAMAS`ê Ismayîl Rezwan jî li rex Pêncî û Çaremîn Meşa Mafê Vegerê pêgirî ser domandina vê meşê heta şikandina dorpêça ser Gezzê, bidestxistina mafê vegera awareyên filistînî, işkesta “danuistandina sedsalê“ û serkinîna himberî asayîkirina peywendîyên digel Rêjîma Sîyonîst pêgirî kir.

Rezwan herwiha got: Asayîkirina peywendîyên hin welatan digel Rêjîma Sîyonîst cinayet û têkçûneke exlaqî ye.

Meşa Mafê Vegerê ji 30`yê Adara sala 2018`an ve bi merema kutakirina dagirkerîya Rêjîma Sîyonîst û têkbirina dorpêça ser Zîvala Gezzê destpê bûye û di encama êrişên leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser pişkdarên wê de heta niha zêde ji 272 filistînî şehîd û bi dehan hezar kes jî birîndar bûne.

Başa dön tuşu