ÎranNûçeRojhilatanavin

Beyîdînijad: IAEA tenê alî ye ku heqê nirxandina rêketina navokî heye

Hemîd Beyîdînijad endamê tîma Îranê li gotûbêja navokî ya tev grûpa 5+1 ku niha baylozê Îranê li Londinê ye duh şemiyê li berteka gotinên neberpirsane yên karbidestên amerîkî li bara rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 got: Tenê aliyê ku li ser pêbendiya Îranê derheq vê rêketinê dikare bawer û nirxandina xwe raber bike IAEA ye.

Hemîd Beyîdînijad bal kişande ser biryara dewleta Amerîka bona ragihandina siyaseta xwe ya sereke li bara rêketina navokî û got: Rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 rêketinekî du alî nîne ku Amerîka bixwaze vê rêketinê ret bike yan qebûl bike.

Wî bal kişande ser viya ku heta niha Ajansê bicaran ragihandiye ku Îran pêbendî vê rêketinnamê ye û Amerîka vê nêhrîna Ajansê berçav nagire û got: Amerîka li bara vê rêketinê tenê dikare siyaseta xwe bêje û nirxandina sereke li bara vê rêketinê tenê ayidî IAEA dibe.

baylozê Îranê li Londinê ragihand:  “Rêketina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê de rêketineke navnetewî û çendalî ye û çawa ku tu aliyek bi tenê nikare hema bi serê xwe li bara vê rêketinê biryarê bide parastina vê rêketê jî maye ser vê yekê ku hemû alî soz û qirarên xwe bitamî cih bînin”. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu