FilistînNûçeRojhilatanavin

Leşkerên Sîyonîst 80 filistînî birîndar kirin

Di encama pevçûnên giran di navbera filistînîyan û dagirkerên Sîyonîst li bajarokê Îsewîyê li Qudsa dagirbûyî da, herîkêm 80 filistînî birîndar bûn.

Ligorî rapora navenda Ragihandinê ya Filistînê, ji duh danê êvarê ve di navbera filistînîyan û dagirkerên Sîyonîst da pevçûn destpê bûn û heta berbanga îro berdewam bûn.

Pevçûnên li bajarokê Îsewîyê piştî şehîdbûna Mihemed Semîr Ebêyd êxsîrê filistînî yê azadbûyî bi derba gulleya dagirkerên Sîyonîst gurr bûn.

Leşkerên Sîyonîst herwiha îro herîkêm 19 kes ji niştecihên bajarokê Îsewîyê girtin ku pirranîya wan ji xizm û kesên şehîd Mihemed Semîr Ubêyd in.

Ligorî rapora Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê jî, di encama êrişa eskerên Sîyonîst ser pişkdarê 64`emîn meşa Mafê Vegerê li sînorê Gezzê û Erdên Dagirbûyî da, 49 filistînî bi derba gulleyê birîndar bûn.

Başa dön tuşu