NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama şerrê terorîstan li rojhilata Şamê bi 80 kuştî û birîndaran

Di encama dewama pevçûna di navbera koma terorîst a ser navê Cêyş Ul Islamê û Bereya El Nusrê û Feyleq El Rehmanê de li dorhêla rojhilata Şamê de, 70 terorîst birîndar bûn û 7 terorîst û sê kesên sivîl hatin kuştin.

Li gorî rapora kanala nûçeyan a El Meyadînê. di encama pevçûna di navbera komên terorîstên wek Ceyş Ul Islamê ku Erebsitan pişta wê digire ji aliyekê û Feyleq El Rehman û Bereya El Nusre ku ji aliyê Qeterê ve pişta wan tê girtin de, roja duşemiyê li mehwerên El Efterîs, El Eşerî, Beyt Sewî û Beyt Nayim, 80 kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî vê raporê, koma terorîst a bereya El Nusre dil hebû ku êrişî pêgehên Ceyş Ul Islamê bike.

Di encama pevçûna di navbera komên terorîst de, 70 endamên komên terorîst birîndar bûn û pênc endamên Ceyş Ul Îslam û herwiha du endamên tehrîr El Şamê ku yek ji wan serkirdeyekî leşkerî yê koma terorîst a El Nusrê ye û sê kesên sivîl hatin kuştin.

Ev pevçûn salekê piştî pevçûna berfireh a di navbera terorîstan de li 28`ê Nîsana 2016`an dest pê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu