CîhanFilistînIraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî li dijî helwesta Trump derket: Quds qibleya Îslamê ye

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser veguhastina Balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Avîvê bo Urşelîmê (Quds) got: “Quds qibleya Îslamê ye. Quds di heman demê de di bin dagirkeriyê de ye û li gorî hiqûqa navdewletî, cihê ku di bin dagirkeriyê de be nayê îstîlakirin.”

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro li Bexdayê konferanseke rojnamevaniyê li dar xist û di daxuyaniyên xwe de aşkere kir ku rojhilata Mûsilê bi temamî ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin.

Herwiha Ebadî li ser daxuyaniya Sedir ku gotibû “eger Amerîka vê xeletiyê bike divê ‘Quds’ were rizgarkirin.” axivî û wiha got:

“Quds qibleya Îslamê ye. Quds di heman demê de di bin dagirkeriyê de ye û li gorî hiqûqa navdewletî, cihê ku di bin dagirkeriyê de be nayê îstîlakirin. Amerîka hêj biryara veguhastina bolyozxaneyê nedaye. Ev propagandeyeke hilbijartinê bû. Veguhastina bolyozxaneyê dê rêya gelek pirsgirêkan veke. Ez rêvebiriya Amerîkayê vedixînim hevkariya bi welatên din û peydakirina fersenda piştgiriyê. Heke balyozxane were veguhastin, emê jî helwesta xwe nîşan bidin.”

Ebadî destnîşan kir ku Donald Trump jê re soz daye ku piştgiriya xwe ji bo Iraqê zêde bike û got: “Piştgiriya Amerîkayê, li ser mijara têkoşîna li dijî terorê, dê zêde bibe.”

Li ser gotinên Trump ên weke “Emê îslama tundrew biqedînin” û “Heke me petrola Iraqê bi dest bixistana, DAIŞ dernediket hole” Ebadî wiha got:

“Îslameke tundrew an ne tundrew tune ye. Li ba me Îslam yek e. Tenê kesên ku rûyê Îslamê reş dikin hene. DAIŞ bi navê Îslamê mirovan dikuje. Gotinên Trump ên li ser petrolê, qala çi û kengî dikir, ne zelal e. Petrola Iraqê jî, ya hemû Iraqiyan e. Gotinên Trump ên li ser vê mijarê nayê qebûlkirin.”

Serokê Tevgera Sedir a li Iraqê Muqteda Sedir îro ragihandibû ku eger Amerîka Balyozxaneya xwe ji Tel Avîv veguhezîne Urşelîmê (Quds), ji bo rizgarkirina Qudsê divê “hêzeke taybet” were pêkanîn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di dema kempînên hilbijartinên serokatiya wî welatî de, ragihandibû, ku Urşelîm paytexta ebedî ya Israîlê ye û eger ew bibe serokê Amerîkayê, dê Balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Avîvê bo Urşelîmê veguhêzîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu