İslami Davet Kurdi Bange İslami

Li ‪Elmanyê‬ êrîş pêk hat: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Viernheim ê Elmanyayê kesekî çekdar li saloneke sînemayê êrîş pêk anî. Hate zanîn ku bi dehan kes birîndar bûne. Wezareta Karê Hundir a Eyaletê ragihand ku êrişkar di encama operasyonê de miriye. Derbarê sedema êrîşê de heta niha ti daxuyanî nehate dayin.

Hin çavkanî didin xuyakirin ku di saet 15.00ê de li mall a Rhein-Neckar-Zentrumê li sinemaya Kinopolisê kesekî ku nasnameya wî ne diyar êrîş pêk anî. Li gorî çapemeniya elmanî di encama êrîşê de 25 kes ji ber gaza çavşewitandinê birîndar bûne. Herweha hate ragihandin ku rewşa kesên birîndar baş e.

Rojnameya Bildê îdia kir ku êrîşkarê rûpoşkirî hatiye girtin, lê ev agahî ji hêla rayedaran ve nehatiye piştrastkirin.

40 KES REHÎN GIRT

Hin kesên şahidî li bûyerê kirine diyar kirin ku êrîşkar nêzîkî 40 kes rehîn girtiye û hin kes jî karîbûn ji salona sînemayê birevin. Hêzên taybet ên bi ser polîsên Frankfûrtê ve girêdayî ne, çûne ciyê bûyerê. Hate îdiakirin ku polîsan operasyon li dar xistine.

Wezareta Karê Hundir ê Eyaletê ragihand ku êrişkar di encama operasyonê de miriye û rehîne jî serbest mane. Li gorî daxuyaniya Wezaretê, êrîşkar ji hêla hêzên taybet yên bi ser asayişa federal a Elmanyayê ve giredayîne hatiye kuştin.

Rayedarên asayişê aşkere kirin ku kesê êrîşkar xwedî dêrûniya wî ne li cî bûye. Hin kesên şahidê bûyerê jî gotin ku di destê wî de tenê bombeya gazê hebûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version