IraqNûçeRojhilatanavin

Heyder Ebadî: Serketina li hember DAIŞ`ê, Iraq serbilind kir

Serokwezîrê Iraqê got: Serketina li hember DAIŞ`ê, Iraqê li navçe û cîhanê serfiraz kir.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a Kanala Al ALAM`ê, Heyder Ebadî, roja îniyê li hevdîtina bi komek ji berpirsên Heşda Şeibî, li Bexdayê got: Divê em destkevtên Iraqê yên li şerrê dijî terorîstan biparêzin ji ber ku ev serketina, fîdakarî, jixwebuhurîn û vêrektiya gelê Îranê bo xelkê cîhanê misoger kir.

Ebadî, berpirs û gelê Iraqê li bereyekê da zanîn û got: Hesta qebûlkirina berpirsyariyê û serederiya bihişmendî ya welatiyan li hember bikaranîna narewa ya xwenîşandana ji aliyê hin kesan ve, hêjayî pesndayînê ye.

Berpirsên Heşda Şeibî ya Iraqê jî ji ber piştgîriyên berdewam ên ji hêzên gelanî û herwiha piştgîriya ji malbatên şehîd û birîndarên şêrr, qedrê Heyder Ebadî girtin.

Li gorî nûçeyeka din a ji Iraqê, çavkaniyên xwecî yên Iraqê ji keşifkirina nêzî 10 mîlyon dolaran li bin kelefeyên Zanîngeha Mûsilê agahî dan. Dema dagîrkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞ`ê ve, Zanîngeha Mûsilê, wekî bargeha vê koma terorîst dihate bikaranîn.

Başa dön tuşu