ÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Hejmara dahênanên Îranê li du salên buhurî pir zêde bûye

Alîkarê zanistî û teknolojiyê yê serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Hejmara dahênanên Îranêyên tomarkirî li derve li du salên buhurî pir zêde bûye.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Sorêna Setarî alîkarê zanistî û teknolojiyê yê Serokê Komara Îslamî ya Îranê çarşemiyê şevê li gotûbêja  bi kanala Xeberê re got: Hêsankariyên taybet jibo kesên ku bixwezin dahênanên xwe li civaka navneteweyî qeyd bikin hatine berçavgirtin û hemî xercên tomarkirina dahênanên li derveyî ji aliyê beşa alîkariya zansitî ya serokkomariyê tê dayîn.

Setarî li bara  geşatiya  aboriya li gor zanistê li Îranê jî got: Gelek kar li vî warî cih hatine bi curekê ku Îran niha li warê biyoteknolojiyê xwediyê şîrketên  herî mezin ên navçê ye.

Wî got: Niha Îran dermanan difroşe Rûsiyê û her şûşa dermanan biyoteknolojiyê (Viyal)  ku difiroşe bi qasî  200 bermîlên niftê tê hesabê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu