Li 103 welatan û li 132 nuneratiyên Îranê li derveyî welêt ji wan li balyozxaneyên Îranê û serkonsûlgeriyên hilbijartinên serokkomariyê were lidarxistin
Li gorî nûçen SAHAR TV yê ji zarê rapora ISNA`yê, alîkarê konsûlî, parlemanî û karûbarên îraniyên dervey welêt, wezîrê karên derve vê sibê roja çarşemiyê li civîneke rojnamevaniyê li wezareta derve bi ragihandina nûça hanê got : Sercem ji ber texmînan û temhîdên berçavgirtî, me dê 279 navendên dengwergirtinê li dervey welêt hebin.
Hesen Qeşqawî li dewamê bal kişand ser vê yekê ku Îran û Kanada niha bi hev re peywendiya dîplomatîkî tine ne û got : Ji hêla din ve herîkêm 400 hezar îranî li vî welatî jiyan dikin û ji ber nebûna van peywendiyan heya niha me nekariye rewşê jibo lidarxistina hilbijartinên serokkomariyê li vî welatî xweş bikin.
Wî li vê çarçoveyê got : Li çarçoveya hewldanên xwe jibo amadekirina vê rewşê ku welatiyên îarnî li Kanadayê bikaribin li hilbijartina serokkomariyê beşdar bibin me reşnivîseke fermî li vê barê daye balyozxana Kanadayê li Niyoyorkê û hevkarên me li nuneratiya Îranê li NY hewl didin da ku şêwirîn û gotûbêjên xwe bi balyozxana Kanadayê li Niyoyorkê li vê li vê barê bighêje encamê.
Wî her wiha diyar kir: Li vê reşnivîsa fremî me ji dewleta Kanadayê daxwaz kiriye ku bi hurmeta demokrasî û mafê welatîbûnê vê derfetê pêk bîne ku welatiyên îranî li Kanadayê bikaribin li hilbijartinên serokkomariyê beşdar bibin û dengê xwe bidin berbijarê xwe .
Qeşqawî her wiha bal kişand ser vê yekê ku şêwirîn û gotûbêjên me tev dewleta Kanadayê li vê barê didome û ragihand: Me dê 30 sindûqên dengan li bajarên curbicure Emerîkayê hebe da ku welatiyên Îranê li Kanadayê bikarbin beşdarî hilbijartinê bibin.
Wî got : Li Îmaratê, 19 navendên denggirtinê û li Brîtanyayê 12 anvendên dengirtinê dê bên damezrandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)