EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Afganistanê di operasyona hêzên ewlehî ya li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de 27 milîtan hatin kuştin

Hêzên ewlehî û artêşa Afganistanê li eyaleta Nangarharê ku dikeve rojhilatê welat li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê operasyon li dar xistin. Di operasyonê de 27 milîtanên DAIŞê hatin kuştin.

Midûriyeta Ewlehî ya Nangarharê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li eyaleta Nangarharê li herêmên Daşdîl, Abdulhil û Tangî yên navçeya Açînê hem bi bejê û hem jî bi hewayî operasyon hate lidarxistin. di operasyonan de 27 milîtanên DAIŞê hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya midûriyetê di operasyonê de gelek depoyên cebilxane û çekan ên aîdî rêxistinê hatine îmhakirin. Hêzên ewlehî yên afgan nêzî salekê ye ku li navçeyên cuda yên Nangarharê li dijî DAIŞê operasyonan pêk tîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu