NûçeEfxanîstanRojhilatanavin

Li Afganîstanê erdhejek dijwar: 800 kes mirin

Li bajarê Khost ê rojhilatê Afganîstanê erdhejek bi dijwariya 5,9an pêk hat. Hat ragihandin ku di erdhejê de 800 kes mirin û 1500 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya kanala televîzyona El Cezîre ya Qeterê, li bajarê Khost ê rojhilatê Afganîstanê erdhejek bi mezinahiya 5,9 pêk hat. Erdheja ku 10 kîlometre di bin erdê de hat tomarkirin, li hin bajarên Pakistanê jî hat hîskirin.

Başa dön tuşu