CîhanNûçe

Koreya bakûrî dîsa jî mûşekek Balistîk ceriband

Koreya başûrî ragihand ku Koreya bakûrî dîsa jî mûşekek Balistîk ceriband.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Bingehên nûçan ji Koreya başûrî ragihandin ku Koreya bakûrî îro sibê mûşekek Balistîk ji navça Yang Hiyon li parêzgeha Piyongana bakûrî ber bi behra Japonê şand.

Ceribandina vê mûşekê çend roj piştî hevdîtina serokkomarên Amerîka û Koreya başûrî serê xwe girt, li halê ku li vê hevdîtinê her du aliyan ser zêdekirina zextûzoran ser Piyong-yangê bona kêmkirina xebatên xwe yên çek û sîlahî û atomî destnîşan kiribûn.

Koreya bakûrî 8 Hezîranê jî mûşekekî Balistîk ceribandibû.

Her car ku Koreya bakûrî mûşekek diceribîne rastî berteka tunde rojava û bitaybet Amerîka tê.

Başa dön tuşu