CîhanEfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Afganistanê êrîşî baregeheke Esmanî ya Amerîkayê hat kirin

Êrişa xwekujî li dijî baregeha Esmanî ya herî mezin a li Afxanistanê ya Amerîkayê pêk hat.

Qaymeqamê navçeya Bagramê ya Wîlayeta Parvanê Abdûl Şûkûr Qûddûsî ragihand ku xwekujek li deve deriya têketina baregeha hewayî li Afxanistanê ya Amerîkayê bombeya li ser xwe teqandiye.

Qûddûsî destnîşan kir ku li gorî agahiyên destpêke di teqînê de 4 welatiyên sivîl birîndar bûne, lê hêj agahiya wan di derbarê gelo ji leşkeran jî birîndar hene an ne tine ne.

Talîbanê li ser bûyerê berpirsyariya xwe ragihand û îdia kir ku di bûyerê de nêzî 20 kesan mirine û birîndar bûne.

Yekîneya Amerîkayê ya li Afxanistanê di derbarê bûyerê de hêj daxuyanî nedaye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu