Li gor gotinên berpirsên wezareta navxwe ya Afganîstanê îro nêzîk qesra serokkomariyê û navenda fermandariya NATO û li du bajarên din sê teqînên xwekujî pêkhatin.
Li gor BBC, teqîna yekem li navçeya Şeş Derk a nêzîk qesra serokkomariya Afganîstanê û li navenda fermandariya hêzên NATO pêkhatiye ku di wê teqînê de du kes hatine kuştin, 7 kesên din jî birîndar bûne.
Herwaha çavkaniyên herêmî yên Afganîstanê aşkera kirin îro 24.02.2018ê ber bi sibeyê ve li bajarên Leşkerga a navenda herêma Hîlmendê û Ulsiwalî Nadielî teqîn pêkhatine.
Li gor heman çavkaniyan ew her du êrîşên xwekujî ser binkeyek hêzên ewlehiyê pêkhatine û 8 hemwelatiyên sivîl û 2 leşker hatine kuştin, leşkerek din jî birîndar bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)