EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Afganîstanê teqîn: 4 kes jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Kandaharê ya Afganîstanê bombeya ku li deverê rê hatibû bicihkirin teqiya. Hate diyarkirin ku di encama teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê Walîtiya Kandaharê Samim Khpelvak daxuyand ku li navçeya Mayvandê ya li herêma Şalgaiyê bombeya ku li deverê rê hatiye bicihkirin teqiya ye. Berdevk eşkere kir ku dema derbasbûna wesayîtek sivîl de bombe hatiye teqandin.

Khpelvak, agahiya mirina 4 welatiyên sivîl ragihand û wesayît jî ku êdî nayê emilandin.

Herwiha navborî, destnîşan kir ku bombe ji aliyê Telîban ve bi hinceta li dijî hêzên ewlekariyê êriş pêk bîne hatiye bicihkirin.

Heta niha tu kesî berpirsyara êrişê negirtiye ser xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu