Li paytexta Afganistanê Kabîlê nêzîk Balyozxaneya Almanyayê ku avahiya serokatiyê jî li heman deverê ye teqîneke bi hêz pek hat. Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de 49 kes hatin kuştin û nêzî 300 kesî jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyên berdest, li herêma Vazir Akbar Han a Kabila Afganistanê ku nêzî Balyozxaneya Almanyayê û avahiya serokatiyê teqîneke bi hêz pek hat. Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de 49 kes hatin kuştin û zêdetirî 300 kesî jî birîndar bûn.
Berpirsên ewlehî yên Afganistanêdi daxuyaniya xwe de ragihandin ku li gorî amareyên pêşî gelek kuştî û derdora 60 birîndarî heye. Ji ber hêzbûna teqemeniyê hemû camê avahiyên herêma teqînê şikestine. Hemû rêyên ku derdikevin cihê bûyerê hatine girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)