EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Afganîstanê teqîn û êriş: 10 kuştî, 9 birîndar

Li Afganîstanê di mizgeftekê de teqînek çêbû. Li bajarê Takhar jî li dijî qereqola polîsan êrişek pêk hat û di encamê de 10 polîs hatin kuştin û 9 polîs birîndar bûn.

Li Kabîla paytexta Afganîstanê, di mizgeftekê de teqînek çêbû. Hat zanîn ku kesekê di dema nimêja Înê de bombeyên li ser xwe teqandin. Di derbarê kuştî û birîndaran de zanyarî nehatine bidestxistin.

Li hêla din li bajarê Takhar, rêxistina Talîbanê êrişî baregeheke polîsan kir. Hat ragihandin ku di encamê de herî kêm 10 polîs hatine kuştin û 9 polîs jî birîndar bûne.

Berpirsên afganî diyar kirin ku ew hêza ji bo piştgiriya yekîneyeke din diçû herêmê, ketiye kemîna Talîbanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu