ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Muhemed Baqir Nobext got : Helwêsta Komara Îslamî ya Îranê li hember Erebistanê zelal e û siyaseta Têhranê li vê barê çalakane ye

Muhemed Baqir Nobext, berdevkê dewleta Îranê roja duşemiyê li civîna rojnamevaniyê diyar kir: Daxwaza welatên  derdora kendava Farsê jibo baştirkirina peywendiyên  tev Îranê hemen daxwaza Komara Îslamî ya Îranê ye û helwêsa Têhranê li hember Riyazê eşkere hatiye hilêxistin.

Nobext nûça hatî weşandin li bara rola navbeynkariya pakistanê li peywendiyên  Îran û Erebistanê got: Bandora navçeyî ya Komara Îslamî ya Îranê li jor e û Erebistan gumanbarê alêkariya  bo grûpên  terorîstî ji wan DAIŞê û El*-Qasidê de ye û divê bi curekê berevaniya xwe bike ku bi dirav û çekên Erebistanê, terorîst xurt û bihêz bûne.

Nobext destnîşan kir:Helwêstên Îranê li bara Sûriyê û Yemenê jî kivş e û eva Erebistana siûdî ye ku divê bersiva zarokujî, êrişa ser malên xelkê û kuştina  xelkê bêberevan  ê Yemenê bide.

Berdevkê dewleta Îranê, gotinên tund ên rayedarên  siûdî li dijî Îranê revîna ber bi pêşve da zanîn û got :Viyan û hewldana Îranê jibo parastina aşitiyê, aramî û ewlehiya navçê, siyaseteke rohn a praktîkî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu