ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşnimêjê nimêja înîyê ya Têhranê got: Meşa berfireh û girseyî ya xelkê Îranê li 13 Abanê yanî roja netewî ya dijî zorbêjiyê (4`ê Mijdarê), Amerîka bê hêvî kir.

Pêşnimêjê nimêja înîyê ya Têhranê ayetullah Muhemedelî Muwehidî- Kirmanî di xutbeyên vê hefteyê yên nimêja înê de roja 13 Abanê “roja dijayetiya xelkê Îranê li hemberî Amerîkayê“ da zanîn û got: Dijayetiya gelê Îranê li hemberî Amerîkayê hem dînî ye û hem jî exlaqî.

Pêşnimêjê nimêja înîyê ya Têhranê hişyarî da ku bila her kes ji pîlanên Amerîkayê haydar be ji ber ku vî welatî hema eşkera dijayetiya xwe li hemberî gelê Îranê ragihandiye û ev welata qet pêbendî tu qayde û qirareke mirovî nîne.

Ayetullah Muwehidî- Kirmanî bal kişande ser viya ku rêketina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê da îspat kir ku Amerîka derewan dike û soz û qiraran cih nayîne û got: Gotûbêja tev Amerîkayê tu pirsgirêkekê çareser nake.

Pêşnimêjê nimêja înîyê ya Têhranê bal kişande ser rexneya rêberê giranqedr ê inqilaba islamî ya Îranê ji ber viya ku li nav kitêbên dersî behsa cinayetên Amerîkayê derheq gelê Îranê nehatiye kirin û got; Eger rêketina navokî ya di navbera Îrabnê û Koma 5+1`ê da tu desthatek tunebû, helbet eva îspat kir ku Amerîka derewan dike û sozên xwe cih nayîne ku eva jî girîng e.

Ayetullah Muwehidî- Kirmanî destnîşan kir; Pêwîst e ku hemû hişyar bin ku Amerîka nezivire Îranê û pêwîst e ku ev dijayetiya neyê jibîrkirinê û helbet xelkê cîhanê jî cinayetên Amerîkayê jibîr nakin, ji ber ku Amerîka qet destan ji piştevaniya ji Rejîma Siyonîst nakêşe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu