CîhanEwropaNûçe

Li Alaskayê bi dijwariya 8.2 erdhejek pêk hat

Li gorî agahiyên Navenda Lêkolînên Jeolojîyê ya Amerîkayê (USGS) ragihand ku li 280 kîlometre li bakurê rojhilatê bajarê eyaleta Alaskayê bi dijwariya 8.2 erdhejek rû daye. Hişyariya tsunamiyê hate kirin.

Li Eyaleta Amerîkayê Alaskayê bi dijwariya 8.2 erhejek pêk hat, piştî erhejê hişyariya tsunamiyê hat kirin. Çavdêrên herêmî diyar kirin ku erhejê bi qasî 3 xulekan dom kiriye û gelekî hejiyane.

Derbarê mirî û birîndaran de tu agahiyên zelal nehatine parvekirin. Herwiha hişyariya tsunamiyê hat kirin.

Hêjayi gotinê ye ku di 28ê adara 1964an de dijwartirîn erdheja duyem a hatiye qeydkirin 9.2 jî li Alaskayê hatibû tomarkirin. Di erdhejê de 139 kes miribûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu