NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama nerazîtiyên dijî têrorîstan li Şamê

Komeke welatiyên sûrî di duyemîn roja li pey hev li dijî cinayetên têrorîstan xwenîşandan bi rê xistin.

Li gorî rapora IRNA`yê, bi hezaran kes ji rûniştiyên bajarokê Qudsiyayê li bakûrê rojavaya Şamê roja şemiyê û ji bo duyemîn roja li pey hev tevî birêxistina xwenîşandanekê xwestin ku têrorîst ji ciyê jiyanan wan derkevin. Têrorîstan jî tevî berbelavkirina xwenîşanderan gulle berdan ser wan.

Roja îniyê jî bi sedan kes ji rûniştiyên vî bajarokî piştî xwendina nimêja îniyê bi rakirina hin parçenivîsan xwestin ku têrorîst ji van deveran derkevin.

Di 30`ê Mijdara 2015`an da zêdetir ji 119 kesên çekdar û malbatên wan li çarçova hewildanên komîteya aştiyê û rêxistina Hîva Sor a Sûriyê ji bo valakirina bajarokê Qudsiyayê ji çek û kesên çekdar, ew bajara terikandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu