CîhanEwropaNûçe

Li Amerika yê dengê çekan

Li Parêzgeha Marylandê ya Amerîkayê ji lîseyekê dengê çekan hat. Tê ragihandin ku peywirdarên federal destwerdan di bûyerê de kiriye.

Li gorî nûçeya USA Today, gule li lîsteya Millis Great a li parêzgeha Marylandê hatiye berdan.

Saziya fermî ya bi navê ‘Dibistanên Dewletê yê Navçeya St. Maryê’ bi daxuyaniyekê ragihand ku rewşa li dibsitanê di bin kontrolê de ye û kampûs hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: Ketin û derketina dibistanê hatiye girtin û rewş di bin kontrolê de ye. Nivîsgeha Şerîfî li cihê bûyerê ye. Herwiha hat xwestin ku malbatên xwendekarên li lîsteyê jneçin herêma dibsitabê û ji bo zarokên xwe bibînin biçin lîsteyeke nêzîkî wê derê.

Herwiha hat ragihandin ku ajanên taybet ji saziyeke federal a bi navê ‘Alkol, tûtin û Nivîsgeha Çekên Teqebar’ ketin rê.

Berdevkê Şerîfê yê Navçeya St. Mary Julie Yinglingî ragihand ku hinek kes di pevçûnan de birîndar bûne.

Herwiha berdevkê diyar kir ku hîn nizanin bê çend kes birîndar bûn û jiyana xwe ji dest da.

Lîseya Marjory Stoneman Douglas ya Florîdayê di 14 Sibatê de êrîşeke çekdar pek hatibû û 17 kes hatibûn kuştin. Piştî we jî nîqaş li ser mijara kontrolkirina biçekkirinê li welatî dest pê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu