GenelÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên wezîrê karên derve yê Îranê li civîna aboriyê ya Îranê û Polonyayê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê pêgirî kir ku Îranê potansiyeleke baş bo xebitandina sermayên biyanî ye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê roja duşemiyê li civîna aboriya Îranê û Polonyayê li Werşoya paytexta Polonyayê got : Komara Îslamî sala buhurî û pêşerojê dê geşatiyeke pir zêdetir ji geşatiya navîn a cîhanê dê biceribîne û bi zama aborî ya kontrolbûyî û geşatiya berfireh dê rewşê bo xebata aborî di atmosfereke aram de pêk tîne .

Zerîf got: Îranê welatê herî ewleh li navçeyeke neewleh a Rojhilata Navîn e û kêmtir welatek li navçeyê ye ku bi palpiştiya gel di rewşekê ku navçe rastî xeterên fanatîzm, şêr û tund û tûjiya rûbirû ye di rewşeke aram de hilbijartinê li dar xîne û ev ji bo sermayedanerên biyanî ewlehiyê xelat tîne.

Wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir ku rewşa tranzîtê ya Îranê li hemî navçeyê bêmîank e. Çavkaniyên Îranê bi cihên din ên cîhanê re nayên hemberkirin. Çavkaniyên herîmezin ên nift û gazê li Îranê ye.Çavkaniyên medenî û pêşketinên zanistî û teknolojiya Îranê bo xebitandina sermayê berbiçav in .

Li vê merasimê , hevhatinnama bazirganiyê a navbera odeya Îran û Polonyayê bi beşdariya wezîrê karên derve yê Îranê û rayedarên Polonyayê hat îmzakirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu