NûçeRojhilatanavinSûriye

Azadkirina Al Qabûnê, destpêbûna jinavbirina navendên din ên têrorîstan li Sûrîyê

Fermandetiya giştî ya artêşa Sûrîyê bi daxûyanîyekê ragihand ku vegerandina ewlehî û îstiqrarê bo devera Al Qabûnê, xaleke destpêkê jibo kokbirrkirina navendên têrorîstî yên mayî li derdora Şamê ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mehrê, fermandetîya giştî ya artêşê û hêzên çekdar ên Sûrîyê di vê daxûyanîyê da bal kişand ser destpêbûna qonaxa duyem a opêrasyona paqijkirina taxa Al Qabûnê li bakûra rojhilata Şamê û ragihand: Vegerandina ewlehî û istiqrarê li Qabûnê derbeyeke giran li planên têrorîstan û piştgirên wan li derdora Şamê xist.

Fermandetîya giştî ya artêşa Sûrîyê vîyan û daxwaza gel jibo dewama têkoşîna li hemberî têrorîsmê kelayek û garantîyek rastî jibo ewlehî û istiqrara welêt zanî û dîyar kir: Hêzên çekdar ên sûrî bi hevkarîya hêzên hevpeymanê xwe piştî zincîreopêrasyonan karîn gellek tonêlên ku têrorîstan ew jibo amadekarîyan û veguhestina rext û çekan bikar dianîn, ji nav bibin.

Artêşa Sûrîyê û hêzên berxwedanê şemîya buhurî karîn taxa Al Qabûnê li bakûra rojhilata Şamê tam ji lepên têrorîstan azad bikin û pirranîya tonêlên têrorîstan têk bibin.

Têrorîstan zêde ji 4 salî taxa Al Qabûnê xwe re kiribûn baregehek jibo êrişên têrorîstî dijî deverên derdora Şamê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu