EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Şerrê mal bi mal li Qundûzê di roja pêncemîn de didome

Li gorî raporên ji bajarê Qundûzê li bakûrê Efxanistanê şerr û pevçûnên mal bi mal ên di navbera hêzên ewlehiyê û şerxwezên Taliban de didomin.

Li gorî rapora ISNA`yê, wezareta karên hundur a Efxanistanê, îro îniyê bi weşandina daxuyaniyekê got ku hêzên ewlehiyê ji şeva buhurî ve, çend taxên vê bajarê ji lepên koma Taliban derxistine û şerrê mal bi mal a di navbera hêzên dewletî û endamên Taliban, li Qundûzê didome û hejmarek ji endamên dijmin, ji wan çend qumandeyên vê komê kuştine.

Li gorî vê daxuyaniyê, Waliyê xwebinavkirî yê Taliban li Qundûzê û hejmareka din a berpirsên vê komê ji wan Mewlewî Helîm, berpirsê istixbaratî, Qarî Malik, berpirsê leşkerî û çend serkirdeyên vê komê di vê operasyonê de hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu