CîhanEwropaNûçe

Li Amerîkayê 51 kes hatin kuştin û birîndarkirinê

Di encama gulleavêtinên mideha 24 sietên buhurî li Amerîkayê de, 10 kes hatin kuştinê û 41 kes jî birîndar bûn.

Ligorî rapora Navenda Tomarkirina Şîdetên Biçekê ya Amerîkayê, ew gulleavêtin li eyaletên New York, Corcîya, Lûîzîyana, Vîrcîyana û Koloradoyê qewimîn ku tenê di encama 6 babetan da esek nehat kuştinê yan birîndar nebû.

Navenda Tomarkirina Şîdetên Biçekê ya Amerîkayê herwiha ragihand ku ji destpêka îsal ve heta nika, 15 hezar û 500 babetên gulleavêtinê ku di encama wan de 4129 kes hatine kuştinê û 7528 kes jî birîndar bûne, hatine tomarkirinê.

Başa dön tuşu