CîhanNûçeRojhilatanavin

Li Amerîkayê ajalên kovî daketin cih û qadên niştecîhan

Rayedaran li hember metirsiyeke nû ya ajalên kovî yên di bahoza ku Amerîka xiste bin bandora xwe de hişyarî dan.Tîmsaha ku di qada cîh û war de derbasî ser rêkê bû jî bû sedema tirsê.

Li navçeya Florida ya Amerîka ku bahozê xistibû bin bandore xwe de metirsiya nû Tîmsahin. Rayedaran li hember wan afirîdeyên xedar hişyarî dan.

Li bajarê Melbourne ya navçeya Forida Tîmsahek dema derbasî milê rê dibû dîmenên wê hatin kêşan. Piştî bûyerê vekujî ango îtfaiyeya Melbourne gel li hember metirsiya ajalên weke mar û Tîmsehan hişyar kir.

Di hişyariyê de bal hat kêşan li Florida ya ku 1,3 mîlyon Tîmseh tê de dijî, piştî bahozê pir zindewarên kûvî daketine qadên ku mirov lê dijîn. Di dîmena ku ji aliyê vekujiya Melbourne hatiye kêşandin de dengê hewara kesekî ku dibêje ‘’Ez li virim û Tîmsehek di vir de derbas dibe û diçe’ tê bihîstin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu