CîhanEwropaNûçe

Li Amerîkayê êrîş li ser klûbek şevê pêkhat: 25 kes birîndar bûn

Li Amerîkayê li eyaleta Arkansasê li ser klûbek şevê ji aliyê kesên çekdar ve êrîşek pêkhat û herî kêm 25 kes birîndar bûn.

Li gor rayedarên ewlehiyê rewşa du kesên birîndar girane û 3 kes jî ji ber îzdîhama pêkhat birîndar bûne.

Bûyer li gor demjimêrên herêmî ber bi sibeyê 02:30 de pêkhatiye û dema ku li klûba şevê de konserek berdewam dikin pêkhatiye.

Li gor rayedarên herêmî ti peyvendiya bûyerê bi terorê re tineye.

Li gor serokê şaredariya bajarê Little Rock Mark Stodola; Li klûba şevê ew bûyera bi çek a pêkhatî di navbera çeteyên rikber de pêkhatiye.

Herwaha hate ragehandin di bûyerê de kesên ku birîndar bûne temenê wan ji 16 heta 35 salîne

Başa dön tuşu