
Li Bajarê Baltîmoreya eyaleta Maryland a Amerîkayê di êrişa çekdarî de 2 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Berpirsekî polêsan ê bajarê Baltîmoreyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku kesekî li devê avahiyekê bi awayêkî rasthatî gule li qelebalixê reşand.
Berpirsê polês di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di encama êrişê de kesek li cihê bûyerê û yê din jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, yek jê giran 4 kes jî birîndar bûn.
Polês di dirêjiya daxuyaniya xwe de got: “Êrişkar cihê bûyerê reviya lê ji bo girtina wî xebatên lêgerîn û lêkolîn berdewam in. Li gorî zanyariyan demek berê li heman cihî bûyer qewimiye û êrişkar ev êriş wekî tolhildanê bikar aniye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)