Li Amerîkayê li bajarê Cincinnatî, li ser kulûbeke şevê ya şahiyan êrîşeke çekdarî pêkhat. Hat zanîn di wê êrîşê de kesek mir û herî kêm 13 kes jî birîndarbûn.
Li eyaleta Ohio ya Amerîkayê li bajarê Cincinnatî, li kulûba şevê ya şahiyan a bi navê Cameo êrîşeke çekdarî pêkhat û di encama wê êrîşê de kesekê jiyana xwe ji dest da û herî kêm 13 kes jî birîndarbûn. Hat zanîn kesê êrîşkar reviye û nehatiye girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)