AsyaCîhanMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

“Li Arakanê di nava 3 rojan de 2-3 hezar misilman hatin qetilkirin”

Berdevka Konseya Rohîngya ya Ewropayê Dr. Anita Schugê diyar kir ku li Arakana eyaleta Myanmarê di 3 rojên dawîn de di êrişên mensûbên artêşê li dar xistin da di navbera 2 hezar û 3 hezarî da misilman hatin qetilkirin.

Berdevk Schugê bo peyamnêrê AAyê axivî û got: “Li Arakanê qetlîamên mensûbên artêşê di rojên dawîn de li dijî misilmanan dikin, ji bûyerên 2012an û komkujiyên çiriya pêşîn a par qat û qat zêdetir in. Rewş hîç ev qasî xerab nebûbû. Em li Arakanê bi qirkirineke hêdî hêdî re rûbirû ne.”

Schug anî ziman ku tenê li bajarê Rathedaunga Arakanê li gundê Saugparayê di navbera 900 û 1000î de misilman hatin kuştin û tenê zarokekî kurik ji vê qetlîamê bi saxî xelas bûye.

Herwiha neqil kir ku li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hildane di 3 rojên dawiyê de herî kêm 2-3 hezar însan hatine qetilkirin.

Wek din behsa wê yekê jî kir ku ji îro pê ve 100 hezar sivîl li Arakanê ji cihê xwe bûne, 2 hezar misilmanên ji Arakanê jî li sînorê Myanmar-Bangladeşê asê mane û aliyê Bangladeşê ji aliyê hikûmetê ve hatiye girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu