CîhanEwropaFilistînNûçeRojhilatanavin

Li Atênê Balyozxana Rêjîma Sîyonîst ket ber êrişê

Kesên nenas êrişî balyozxana Rêjîma Sîyonîst a li Atêna paytexta Yûnanê kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, rayedarên yûnanî ragihandin ku 6 an 7 kesên nenas îro li halekî ku suwarê matorsîklêtê bûn êrişî sefareta Rêjîma Sîyonîst li bakûra rojhilata Atnê kirin û piştî reşandina reng û rejûyê ser derî û dîwarên wê, zû ji wir dûr ketin.

Li gorî gotina rayedarên polîs ên Yûnanê, heta niha tu sazî an kesekî berpirsîya vê êrişê nedaye ustîyê xwe.

Li dewama vê raporê hatîye ku hêzên ewlehîyê li derdora balyozxana Rêjîma Sîyonîst li Atênê bi cih bûne û kes nikare nêzîkî wir bibe.

Hêjayî gotinê ye ku Atên jî wek gellek paytextên cîhanê di çend rojên buhurî de bibû qada xwenîşandana berfire ya li dijî biryara serokomarê Amerîkayê ya têkildarî Qudsê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu