ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Selamî: Mînaka berxwedana gelê Îranê li navçe û cîhanê li ber çavan e

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara islamî nasyar bi IRNA`yê, cînişînê fermandarê giştî yê Sipaha pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê, serdar sertîp pasdar Husêyn Selamî roja çarşemiyê, 22`ê Hezîrana 2016`an, li civîna hevpar a Rêwiyên Riya Nûrê li navçeya başûrê Îranê her viha got: Roja îro em dikarin Hizbullaha Libnanê û koma berxwedana gelê Filsitînê wek nimûneyin ji bikaranîna mînaka Îranê bihesibînin. Her viha misilmanên deverên din ên cîhanê jî bi saya bikaranîna mînaka berxwedana Îranê karîn ku nasnameya xwe vejînin.

Serdar Selamî got: Heşt salan dewrana şerê sepandî yê rêjîma Beisa Iraqê li dijî Îranê nasyar bi dewrana Parastina Pîroz potansiyêlên nepenî û derûnî yên gelê Îranê eşkere kirin û hêza vî gelî nîşanî cîhaniyan da.

Selamî parastina gelê Îranê parastina gelekî da zanîn ku nema têk diçe û bi bîr xist: Dewrana Parastina Pîroz hînî gelê îranê kir ku hêza neteweyî û islamî ya Îranê çiqas e û nabe ku em ji dijminan bitirsin û bizanin gerek pişta xwe bidin kîjan hêzî.

Cîgirê fermandarê giştî yê Sipaha pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê her viha got: Hêzxurtên cîhanî li warê pratîk û bi eşkeretî qebûl kirin ku gerek bi zimanê mentiqê ligel gelê Îrnaê biaxivin, çimku destdirêjiya li ser Îranê nikare rêkarek ji bo serketina li hemberî gelê Îranê be.

Sertîp pasdar Husêyn Selamî destnîşan kir: Piştî dewrana Parastina Pîroz jî gelê Îranê hîn bû ku Amerîka û hevpeymanên wê visa ninin ku qet têk neçin û ji bo sekinîna li hemberî dijminên visa ji bilî mentiqa cîhad û berxwedanê tiştek tine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu