CîhanEwropaNûçe

Li Atînayê piştî şewatê vê carê jî lehî rabû

Li Atînayê piştî karesata şewatê vê carê jî di encama barana zêde de lehî rabû.

Li Atînaya paytexta Yewnanistanê li herêmên dikevin bakûrê bajar, di encama barana zêde de lehî rabû. Li gor agahiyên berdest di encama wê barana ku 40 deqîqeyan dewam kir de lehî rabû û ziyaneke mezin a madî pêk hat.

Di encama lehiyê de gelek wesayît, xanî û kargeh di nav avaê de man û ziyaneke mezin çêbû.

Li Atînayê ev çend roj in agir bi daristanan ketiye û heta niha zêdetirî 80 kesan canê xwe ji dest dane, bi sedan kes birîndar bûne û bi dehan kes jî winda ne.

Başa dön tuşu