IraqNûçeRojhilatanavin

Xeta sereke ya Mûsil û Telaferê hate birîn

Hêzên ewlekariya Iraqê ji aliyekê ve berbi navenda rojavayê Mûsilê ve pêşve diçin û ji aliyê din ve jî hêla sereke ya veguhestina alîkariya leşkerî ya di navbera Mûsil û navçeya Telaferê de kontrol kirin.

Polîsên Federalî yên Iraqê, ji ber hebûna hejmareke zêde yê kesên medenî û tirsa zêdebûna hejmara qurbaniyên sivîl, bi awayeke demkî operasyona xwe ya li rojavayê Mûsilê dane sekinandin.

Fermandarê Operasyonên Em Hatin Nînowa Ebdulemîr Yarellah bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand; “Piştî şer û pevçûnên dijwar, hêzên Polîsên Federalî û Destwerdana Lezgîn navçeya Qezîb Elban a Mûsilê bi temamî ji destê çekdarên DAIŞê derxistin. Niha jî ber bi Zincîl ve pêşve diçin. Hevdem hêzên Dije Terorê jî li taxên Mexrîb, Tink, Yermûk û Metarê operasyonê didomînin û di van navçeyan de li hember terorîstên DAIŞê di nav şer de ne.”

Li gorî daxuyaniyê Firqeya 9 berbi taxa Kisk û gund û navçeyên derdora vê taxê ve diçin. Bi vî awayî hêzên Iraqî rêya di navbera Mûsil û Telaferê de dibrin û êdî DAIŞî nikarin di vê rêyê re hatinçûnê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu