AsyaNûçeRojhilatanavinSûriye

Terorîstê Tûnisî yê dîlgirtî: Dewletên biyanî yên wek Tirkiyê alîkariya DAIŞê dikin

Terorîstê Tûnisî Yasîn Boxatim El-Osman El-Zufeylî ku li Reqayê ji aliyê HSD dîl hetiye girtin anî ziman ku dewletên derve DAIŞ`ê ji bo berjewendiyên xwe yên herêmê didin bikaranîn.

Terorîstê Tûnisî  El-Zufeylî di berdewamiya îtirafên xwe de li hevpeyvîna bi ajansa Hawar Newsê re  têkiliya DAIŞ û Tirkiyê eşkera kir.

El-Zufeylî anî ziman ku ji bo ew tevlî terorîstên DAIŞ`ê bibe berê xwe daye Sûriyê. Ew tev gurupekê ji terorîstên piştgirê DAIŞê ji bajarê Ruhayê li başûrê rojhilata Tirkiyê derbasî Sûriyê dibin û kesek wan di rê de nade seknandin.

Sala 2014`an ew derbasî bajarê Girê Spî dibin û El-Zufeylî diyar kir ku ew dema gihîştin sînorê bakurê Sûriyê terorîstekê ji wan re gotiye netirsin leşkerên Tirkiyê wan nadin seknandin û ew ê sînor rehet derbas bikin.

Piştî ew derbasî Girê Spî dibin dewreyeke perwerde dibînin û El-Zufeylî derbasî herêma El-Meyadîn a girêdayî Dêre Zorê dibe. Li Dêre Zorê bi jineke sê zarokên wê hene, dizewicê.

Her wiha El-Zufeylî di derbare têkiliya Tirkiyê û terorîstên DAIŞ`ê de wiha got:ʺ Tirkiyê di aliyê cebilxanê, madeyên tendurûstiyê, xwarin, balafirên keşfê û teknîkê alîkariya DAIŞ dikir. DAIŞ`ê jî li beramberî wê petrol dida Tirkiyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu