EwropaNûçe

Li Avustralyayê êrişa terorî hat astengkirin

Hat ragihandin yek jê jin 7 kesên ku têkiliya wan bi rêxistina terorîst a DAIŞê re hebû ku dixwestin di roja Noelê le li bajarê Melbourne yê Avusrtralyayê êrişên terorî pêk bînin hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya berpirsên polêsan, Polêsê Victoria, Polêsê Federal ê Avustralyayê û Rêxistina Îstîxbarat a Ewlehî ya Avustralyayê (ASIO) şevê din li bajarê Melbourneyê di çarçoveya tekoş3ina dijterorê de operasyonek hevpar pêk anîn.

Di Operasyona eyaleta Victoriayê de, yek jê jin 7 kesên ku temenê wan di navbera 20-26an de bû hatin binçavkirin. Rêvebirên eyaletê derheqê nasnameya şikberan de tu daxuyaniyeke fermî belav nekirin. Piştî îfadegirtina şikberan yek jê jin du kes serbest hatin berdan. Karê 5 kesên mayîn ku amadehiya êrişên terorî kirine didome.

Midûrê Ewlehî yê eyaleta Victoriayê Grahan Ashton di daxuyaniya xwe de ragihand k udi operasyonê de çek û amûrên ku di teqemeniyê de têne bikaranîn hatin desteserkirin. Li gorî daxuyaniya Grahan Ashton şikberan amadehî dikirin ku roja Noelê li bajarê Melbourneyê êrişên terorî li dijî cihên girîng pêk bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu