
Li Avusturyayê li gorî encamên peşîn ên hilbijartina Serokomariyê namzetê serbixwe Alexander Van der Bellen biserket. Namzetê rastgirên radîkal Norbert Hofer binketina xwe qebûl kir.
Li Ajansa Nûçeyan a Avusturyayê di hilbijartinên Serokomariyê ya wî welatî de serokê berê yê Keskan û namzetê serbixwe Van der Bellen ji sedî 53.3yê dengan stend û biserket. Rikberê wî yê rastgirê radîkal Norbert Hofer jî ji sedî 46.7ê dengan stend. (BANGÊ ÎSLÂMİ)