NûçeCîhanEfrîqa

Li bajarê Bîngazî yê Lîbyayê bi pileya 5,9 erdhejek pêk hat

Li bajarê Bîngazî yê Lîbyayê şeva Înê bi pileya 5,9 erdhejek pêk hat ku çend saniyeyan berdewam kir.

Niştecihên bajêr li ser medyaya civakî ragihandin ku şeva Înê saet 11:31ê erdhejê hîs kirine.

Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropî-Medîterrane li ser malpera xwe ragihand ku li Behra Spî 189 km li bakurê rojavayê bajarê Bîngazî yê Lîbyayê erdhejek pêk hat.

Navendê diyar kir ku erdhej bi pileya 5,9 li gor pîvana Richterê û bi kûrahiya 10 kîlometreyan pêk hatiye.

Başa dön tuşu