AsyaCîhanNûçe

Li bajarê Çorumê qeza: 13 mirî

Li bajarê Çorumê otobuseka rêwiyan li xweşkêşeka (TIR) ku li qerexê rê rawestiyabû xist û di encamê de 13 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn. Di dema qezayê de herkes di xew de bû. Di otobusê de teqîn çêdibe û cam tev dişkên.

Otobus ji bajarê Îstenbolê diçû Tokatê. Qeza ber destê sibê siet di 05:30 de çêbû. Di dema ku otobus li TIRê dikeve, agir bi otobusê dikeve û tîmên agirkujiyê û tenduristiyê bo ciyê qezayê tên şandin.

Di qezayê de kesên birîndar hene û dibe jimara miriyan zêdetir bibe. Birîndarên qezayê bi ambûlansan şandin bo nexweşxaneyên der û dor. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu